HSD bi merc devera avakirina ewle qebûl dike

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê avakirina herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ragihand, ew bi merc piştevaniya avakirina wê deverê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê avakirina herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ragihand, ew bi merc piştevaniya avakirina wê deverê dikin.

Serokê Amerîka Donald Trump ku berî çend rojan gotibû, ewê herêmeke ewle bi kûrahiya 20 Miles (dora 32 K.M) li bakurê Sûriyê ava bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan pêr ragihand, ew bi awayekî erênî pêşwaziya pêşniyara Trump a dirustkirina herêmeke ewle dikin û heger Hevpeyman alîkarî bin, Tirkiye bi xwe dikare herêma ewle ava bike û nabe YPG li herêma ewle hebe.

Li ser egera avakirina devera ewle, Fermandariya Giştî ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, ew amade ne destekê bidin, bi mercê ku di bin garantiya  navdewletî de be û hemû pêkhate û etnîkên herêmê ji metirsiyên qirkirinê bêne parastin û rê li ber destwerdanên derve were girtin."

Herwiha HSDê lihevkirinê ji Tirkiyê xwast û got: “Herêmên me tekane herêm in ku hemû pêkhateyên Sûriyê bi hev re dijîn, xeteriyên me li ser derve an jî dewletên cîranê, bi taybet Tirkiyê tine ne. Em hêvî dikin ku pê re bighêjin lihevkirin û çareseriyê ku ewlehiya herêmên li ser sînor pêk bînin.”

Her di çarçova pirsa avakirina devera ewle de, Berpirsê Komîteya Dîplomasî ya TEV-DEMê Aldar Xelîl jî gotibû, ew ti carî herêma ewle, ku ji hêla Tirkiyê ve were dirustkirin, qebûl nakin.

 

S. B