KCK: Rizgarkirina Efrînê erkê hemû Kurdan e

KCK'ê diyar kir ji bo ku Efrîn ji dagirkirinê were xilaskirin berpirsyariya ku dikeve ser milê wan wê bi cih bînin û got, ''Em bawer dikin ku têkoşîna rizgariya Efrînê bi tekezî dê biser bikeve.''

K24 – Navenda Nûçeyan

KCK'ê diyar kir ji bo ku Efrîn ji dagirkirinê were xilaskirin berpirsyariya ku dikeve ser milê wan wê bi cih bînin û got, ''Em bawer dikin ku têkoşîna rizgariya Efrînê bi tekezî dê biser bikeve.''

Koma Civakên Kurdistan (KCK) bi salvegera dagîrkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, "Dewleta Tirk bi êrîşa ser Efrînê, bi hilweşandina pergala demokratîk a bi azadîxwaziya jinê armanc kiriye ku Efrînê dagir bike. Li dijî vê dagirkeriyê, gelê Efrînê bi rengekî fedaî li ber xwe daye, 300 jê jin, zarok, pîr û kal, 1000 kes şehîd daye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Efrîn û navçeyên wê bi temamî bajarên Kurd in. Dewleta Tirk bi dagirkirinê re, zor lê kiriye ku bi sed hezaran Efrînê ji Efrînê koç bikin. Li gundan, navçeyan û li navenda Efrînê çete û malbatên bi Tirkiyeyê re têkildar bi cih kirine. Niha dewleta Tirk li ber çavê cîhanê bi guherandina avaniya demografîk sûcê qirkirinê dike.”

KCK helwesta navdewletî ya li dijî dagîrkirine Efrînê şermezar kir û got: “Dema ku dewleta bi Tirk bi firoke, tang û topan jin û zarokên Efrînê dikuşt, Neteweyên Yekgirtî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE), Dewletên Amerîka û Rûsya li vê komkujiyê, dagirkirinê û qirkirinê temaşe dikirin.”

Herwiha got: “Rûsya bi vekirina qada esmanî re, bi asta pêşî bûye hevkarê vî sûcê qirkirinê. Rûsya bi bazareke genî, ji bo ku çeteyên li Xûtayê û derdora wê derkevin, bazara Efrînê bi Tirkiyê re kir.” 

KCK dibêje: “Tirkiye bi dagirkirina EFrînê dijminatiya xwe ya li Kurdan û demokrasiyê nîşan daye. Careke din bi rengekî zelal nîşan daye ku li dijî hebûna Kurdan.”

Li dawiyê KCKê rizgarkirina Efrînê dixe erkê hemû Kurdan û dibêje: “Berxwedana Efrînê berxwedana rûmet û namûsê ya hemû Kurdan e. Efrîn yek ji quncika bihiştê ya Kurdan e. Heta ku Efrîn ji dagirkirinê neyê rizgarkirin Kurd li ti deverê nikarin bi rehetî rûnin û razin.” Rizgarkirina Efrînê ne tenê berpirsyariya Efrîniyan û Rojava ye, berpirsyariya hemû Kurdan e.”

 

S. B