Dadgeha Ewropayê biryarekê di berjewendiya Baydemîr de derdike
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo Osman Baydemîr Hikûmeta Tirkiyê ceza dike.
Di sala 2006an de li Bakurê Kurdistanê 14 gerîlayên PKKê bi çekên kîmyewî hatibûn kuştin û welatî jî li dijî vê bûyerê dest bi xwenîşandanan kiribûn. 2 welatî di encama xwenîşandanan de canê xwe ji dest dabûn û li ser vê yekê Osman Baydemîr gotibû: “êşa wan 14 bû, bû 16. Welatî xwedî li êşa xwe derket û êdî bila vegerin malên xwe. Bila polîs jî vegerin malên xwe.”
Dadgehên Tirkiyê jî ji ber vê axaftinê 2 meh cezaya zindanîkirinê dabûn Osman Baydemîr.
Dadgeha Mafê Mirovan li dijî vê biryarê derket û Tirkiyê bi binpêkirina azadiya axaftinê tohmetbar kir û cezaya 3 hezar û 975 Euro pere da Tirkiyê.
S. B