Amerika 90 leşkerên xwe yên din şandin e Minbicê

Ji roja teqîna Minbic û heta niha Amerîka zêdetirî 90 leşkerên xwe şandiye wî bajarî

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji roja teqîna Minbic û heta niha Amerîka zêdetirî 90 leşkerên xwe şandiye wî bajarî.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kiriye, ji roja 16ê vê mehê ku teqînek li bajarê Minbic çêbû û tê de 19 kes hatibûn kuştin ji wan 4 leşkerên Amerîkî bûn, û heta niha Amerîka zêdetirî ji 90 leşkerên xwe şandiye wî bajarî, herweha lêkolînên, Ofîsa Lêkolînên Federal a Amerîka FBI li ser wê teqînê berdewam in.

Rewangehê diyar jî kir, li gorî vîdyoyên kamereyên çavdêriyê, ku zilamek, jineke bombekirî gehandiye xwaringeha Qesir El Umera -cihê teqînê- û piştî yek xulekê, wê jinê xwe teqandiye, û niha lêgerîna liser wî zilamî berdewam e.

Piştî teqînê, yekser rêxistina terorî ya DAÎŞê berpirsiyariya xwe ji teqînê ragehandibû.

 

 

 

C.B