Salek di ser êrîşa li ser Efrînê re derbas dibe

Berî salekê û di 20 Çileya 2018an de artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve êrîşî ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan Efrîn hat dagîrkirin, zêdetir ji hezar welatiyên Kurd ên Efrînê şehîd û birîndar bûn, zêdetir ji 250 hezar welatî jî bi neçarî derbider bûn û Efrînê wêran bû. Binpêkirinên mirovî hîna berdewam in û welatiyên Efrînê jî hîna di tirsê de dijîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berî salekê û di 20 Çileya 2018an de artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve êrîşî ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan Efrîn hat dagîrkirin, zêdetir ji hezar welatiyên Kurd ên Efrînê şehîd û birîndar bûn, zêdetir ji 250 hezar welatî jî bi neçarî derbider bûn û Efrînê wêran bû. Binpêkirinên mirovî hîna berdewam in û welatiyên Efrînê jî hîna di tirsê de dijîn.

Serokê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan di 20ê Çileya 2018an di gotarekê de li pêşya serkirdeyên AKPê li parêzgeha "Kutahya" ya Tirkiyê ragihand, operasyona meydanî li Efrînê destpê kir.

Rûsyayê esmanê Efrînê li pêş firokeyên şer ên Tirkiyê vekir û firokeyan dest bi bombebarankirina gund û bajarokên Efrînê kirin. Li gor artêşa Tirkiyê ku di wê rojê de 108 xal li Efrînê û devera Şehbayê bombebaran kirin.

Herwiha Artêşa Tirkiyê bi top û mûşekan gund û navçeyên Efrînê wek Raco, Şiyê, Bilbilê, Şera, Cindirêsê, Mabeta û Şêrewa topbaran kirin û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê di bin fermana artêşa Tirkiyê de dest bi êrîşa bejahî li ser Efrînê kirin.

Di êrîşê de, malên sivîlan, dibistan, avahiyên fermî, nexweşxane, mizgeft, cihên dîrokî û pîroz û jêrxaneya Efrînê hatin bomebarankirin û wêrankirin.

Ji ber êrîşê li gor amarên hatine ragihand, zêdetir ji 300 welatiyên Efrînê yên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 700 sivîlan jî birîndar bûn. herwiha zêdetir ji 250 hezar Efrînî jî bi neçarî koçber û derbider bûn, beşek mezin ji wan li gundên di navbera Efrîn û Helebê de man û beşek di jî li heman deverê di kampan de hatin bicihkirin.

Piştî şerê 58 rojan artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di roja 18ê Adara 2018an de derbasî bajarê Efrînê bû û dagîr kirin. û dest bi dizî û talana mal, avahiyên fermî, dikan û samanên welatiyên sivîl kirin.

Ji roja 18ê Adarê ve, welatiyên Efrînê di metirsî û di bin gefê de dijîn. Bi mebesta standina pereyan ji malbatên Efrînî bi hezara xort û keçên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatin û tên revandin û rastî eşkenceyan tên. Li gor amaran zêdetir ji 6 hezar welatiyên Efrînê di vê heyama bûrî de hatine revandin.

Herwiha bi hezaran Erebên Xûtayê û navçeyên cuda ên Sûriyê li Efrînê di mal û milkên Kurdan de tên bicihkirin û bi sed hezaran darên zeytûnan hatine desteserkirin. Rê jî nayê dayîn ku derbiderên Efrînê vegerin ser mal û milên xwe.

 

S. B