Senatorên Amerika: Bila DAIŞiyên biyanî li Guantanamo bên bicîh kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmarek ji Senatorên Amerîkî daxwazê ji Trump dikin, ku çekdarên biyanî yên DAIŞê ku girtî ne, veguhêze girtîgeha Guantanamo.
Di nameyekê de, çar mezine Senatorên Komarî, ku ji her yek ji Têd Kruz, Marko Robyo, Tom Kotin û Con Kornîn pêk hatiye, daxwaz ji Serokê Amerîka Donald Trump kirin e, ku ew çekdarên biyanî yên DAIŞê, ku li Sûriyê li cem Hêzên Sûriya Demokrat girtî ne, veguhêze girtîgeha Guantanamo.
Di wê nameyê de Senatorên Amerîkî ragihandine, ku ligel biryara vekşandina Hêzên Amerîkî ji Sûriyê pêwîst e, ew çekdarên ku li cem HSD girtî ne, ji bo zindanekê bêne veguhestin, ku Hêzên Amerîka bikaribin bi hesanî çavdêriya wan bikin.
C.B