Çavuşoglu: Tirkiye dikare bi tenê “Herêma bi ewle” damezrîne

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu radigihîne, welatê wî dikare bi tenê “Herêma bi ewle” li bakurê Sûriyê damezirîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu radigihîne, welatê wî dikare bi tenê “Herêma bi ewle” li bakurê Sûriyê damezrîne.

Mevlût Çavuşoglu got: “Em bi awayekî ne rasterast bi hikûmeta Sûriyê bi serokatiya Beşar Esed di pêwendiyê de ne ji bo pêkanîna wê armancê.”

Herwiha aşkere kir, di navbera Rûsya û Tirkiyê de rêkeftineke hevbeş ji bo çareserkirina krîza Sûriyê heye, tenê pirsa mana Esed derveyî wê rêkeftinê ye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu tekez kir, Tirkiye dikare bi tenê “Herêma bi ewle” li bakurê Sûriyê damezrîne.

Tirkiye dixwaze herêma bi ewle li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi kûrahiyê 32 K.M ava bike.

Li gor zanyariyên medyaya Tirkî, ew herêma bi ewle ya ku Enqere dixwaze li bakurê Sûriyê ava bike, Kobanî, Girê Spî, Dirbasiye, Amûde, Qamişlo û Dêrikê û piraniya navçeyên Rojavayê Kurdistanê dikeve bin desthilata Tirkiyê.

Lê gor raporteke rojnameya “Times” a Brîtanî, piştî hevdîtina Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Putin avakirina herêma bi ewle ji aliyê Tirkiyê ve red kir û got pêwîst e Tirkiye, Kurd û Şamê danûstandinan bikin û pirsgirêkan çareser bikin.

Rojnamê aşkere kir jî, danûstandina di navbera Kurd û Şamê de bi awayekî kirdarî piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê destpê kiriye û her du aliyan lihev kirine ku hêzên Kurdî cihên xwe yên nêzîkî sînorê Tirkiyê radestî hêzên Sûrî bike, li hemberê jî Kurd Rêveberiya Xweser werdigirin.

 

S. B