Gedo: Divê rojavayê Kurdistanê dengê xwe bigihîne cîhanê

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurdî li Sûriye Salih Gedo ji Kurdistan24 re diyarkir, ku gefên Tirkiye yên liser rojavayê Kurdistanê divê ciddî werin wergirtin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurdî li Sûriye Salih Gedo ji Kurdistan24 re diyarkir, ku gefên Tirkiye yên liser rojavayê Kurdistanê divê ciddî werin wergirtin û siyaseta Kurd li rojavayê Kurdistanê bi vê seknê beramberî hewlên Tirkiye raweste. Tirkiye dixwaze kontrol a herêma ewle bixe destê xwe de û ev yek zêdetir ligor daxwaza wan e, ku bê şer bikaribe di herêma Kurd de bibe xwedî bandor.

Gedo herweha anî ziman, ku “ezmûna Efrînê jî liber çavan e. Tirkiye, erênî ji Rûsya dît. Erênî ji Îranê jî dibîn e. Nêzîktirî vê bereyê ye. Dûrî siyaseta Amerika û Ewrûpa ye. Dixwaze ji Rûsya erêniyê werbigre ku projeya xwe ya herêma ewle jî derbasî jiyanê bike. Li Sûriye bazar çêdibin. Liser rojavayê Kurdistanê jî bazarê dikin. Welat ligor berjewendiyên xwe tevdigerin. Divê tevgera siyasî ya Kurd jî dengê xwe bigihîne tevayiya cîhanê”.

Liser yekrêziya Kurd li rojavayê Kurdistanê Gedo got: “Ofîsên aliyan biryar e bên vekirin. Herweha di Kurdistan24 de dibêjm, ku rêzek min taybet jê re heye, bila ENKS lîsteya navên girtiyên - endamên ENKS bigihîne, bawer im biryar jî heye: Girtiyên siyasî yên endamên ENKS bên serbest berdan”.