Leyla Guven serbest hate berdan

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan, di derbarê rewşa Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven de, daxûyaniyek da...

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan, di derbarê rewşa Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven de, daxûyaniyek da û got: Leyla Gûven ji zindanê hate berdan, lê çalakiya wê, li malê dê berdewam e.

Buldan da zanîn: Ev çalakiya Guven ji bo rakirina dorpêça li ser Ocalan hatiye destpêkirin.

Hevseroka HDP Perwîn Buldan diyarkir:

“Leyla Guven a xweştivî, ji zindanê hate berdan. Me ew gihande mala wê. Hevditinek kurt me li gel wê çêkir. Jiber piştgiriya derve, Ewropa û zindanan gelek dilxweş bû. Got, bo min moral bû. Armanca wê ew e ku dorpêça ser Birêz Ocalan were rakirin û hevdîtin bê astengî, bên kirin da ku dergehê aştiyê vebe.  Ev e bû peyama wê, min ji we re ragihand”.

 

C.B