Namzeda HDPê: Pêşbirka bi Ak Partiyê re, bûye pêşbirka bi dewletê re

Namzeda HDP a Hevserokatiya Şaredariya bajarê Mezin ê Diyarbekirê Hulya Alokmen Uyanik beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û ragihand, her çend e HDP ji berî 19 salan hatiye avakirin, lê barê wê tifaqa Kurda ye. ji ber wê jî hem hilbijarinên herêmî û hem jî ev tifaqa bi partiyên Kurdistanî re ji gel re gelekî girîng e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Namzeda HDP a Hevserokatiya Şaredariya bajarê Mezin ê Diyarbekirê Hulya Alokmen Uyanik beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û ragihand, her çend e HDP ji berî 19 salan hatiye avakirin, lê barê wê tifaqa Kurda ye. ji ber wê jî hem hilbijarinên herêmî û hem jî ev tifaqa bi partiyên Kurdistanî re ji gel re gelekî girîng e.

Derbarê bidestxistina şaredariya Diyarbirê Hulya Alokmen Uyanik got, şaderdariya Diyarbekirê û gelek şarederiyên di destê me de bûn, lê li şûna wan qeyum hatin danîn û piraniya şaredarên me darizandina wan berdewam dike. Bi hilbijartinan me şaredarî wergirtin, lê Ak Parti ew bi zorê ji destê me girtin. Pêşbirka me ne bi partiyekê re ye, belkû bûye bi dewletê re. Em gelê xwe bawer in û emê şaredariya Diyarbekirê bidest bixin.

Li ser pirsa ev hilbijartin dê bikare di heyameke demokratîk birêve biçin, Uyanik got:  Sê sal in li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rewşeke zehmet re derbas dibe. Bi bihaneya hewla derbeya leşkerî jî derfetek ket destê wê û destêwerdan di hemû waran de kir û nehîşt dengên li dijî wê partiyê derkeve. Li Diyarbekirê di dema danasîna namzetên HDPê, dîsa polîsan êrîş anî ser me.

Li ser bayê nijadperestiyê ya li dijî Kurd, Uyanik da zanîn: Ev siyaset ne nû ye. Ji salên 90î ya sedsala bûrî be, siyasetmedar tên girtin û parlemanterê me ji parlemantoyê hatin derxistin, dibe ku ev bi awayekî cuda be, lê dema pirsa Kurdan dikeve rojevê, partiyên Tirkan her tim wek hev difikirin. Dewleta Tirkiyê ji roja damezrandinê ve, tenê miletê Tirk dîtiye û miletên din nedîtiye. Em baş vî bayî nas dikin û ji bo wê amade ne.

Derbarê gazinên ku di aliyê xizmetguzariyê de ji şaredariyên HDPê dihatin kirin de, Namzeda HDPê got: Wergirtina şaredariyan ji bo pêşkêşkirina xizmetê ye, di salên bûrî de hin kêmanî hebûn, dema em di hilbijartinan biser bikevin û em hewl bidin wan kêmaniyan kêm bikin.

 

 

S. B