Wezareta Bergîriyê ya Amerîka merasîma serxweşiyê ji bo keçeke Kurd vedike

Keçeke Kurd a ji Kerkûkê Xedîr Kawa Tahir ku wek wergêr bi artêşa Amerîka re bi girêbest kar dikir, roja 16ê Çileya 2019an li Minbicê di encama teqînê de canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Keçeke Kurd a ji Kerkûkê Xedîr Kawa Tahir ku wek wergêr bi artêşa Amerîka re bi girêbest kar dikir, roja 16ê Çileya 2019an li Minbicê di encama teqînê de canê xwe jidest da.

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka wek rêzgirtin li Xedîr Kawa Tahir merasîma serxweşiyê li bajarê Atlanta ya Amerîka cihê niştebûna Xedîr vekir û hejmarek mezin ji berpirsên wezartê û generalan beşdarî serxweşbûna wê bûn.

Bavê Xedîr ji K24ê re ragihand, ew ji sala 1998an çûne Amerîka û lê dijîn û keça wî Xedîr bi riya kompanyayekê wek wergêr bi artêşa Amerîka re kar dikir.

Hevalekî Xedîr jî amaje bi wê kir, ew û Xedîr wek wergêr bi hêzên Amerîkî re çûn Sûriye û erkê wê hêzê parastina tîmên Netewên Yekgirtî bû, lê di encama teqîna Minbicê de Xedîr canê xwe jidest da.

Roja 16ê Çileya 2019an li Minbicê teqînek li nêzîkî Xwaringeha Qesr Umera rû da û di encamê de 4 leşkerên Amerîkî û 19 kesên din canê xwe jidest dan.

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka aşkere kir, di teqîna Minbicê de 2 leşkerên Amerîkî û 2 karmendên ku bi riya girêbest bi wan re kar dikir canê xwe jidest dan, ku Xedîr yek ji wan bû.

 

 

S. B