Îran: Em di pêvajoyek dijwar de ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Yekem ê Serokomarê Îranê Ishaq Cihangirî diyarkir, ku Îran ji pêvajoyek dijwar û aloz derbas dibe û pêwistiya diyalogê di navbeyna desthilat û gel de, niha ji her demî girîngtir e.
Cihangirî beşdarî pêşangeha navneteweyî ya Ferabî li paytext Tehranê bû û gotarek pêşkeş kir. Di axaftina xwe de anî ziman, ku: “Ger gelê Îranê insiyatifê bigre pirsgîrek dikarin bikevin rêya çareseriyê de. Bi rêya ramana zanyar û desthilata siyasî, em dikarin dilgiraniyên civatî û pirsgîrekên aborî bixin rêyek rast a çareseriyê de”.
Ligor medya Îranê, Cihangirî herweha diyarkir, ku Amerika beramberî Îranê şerek aborî, lê derûnî û medyayî jî birêve dibe û bi vî awayî dixwaze bandorê li gencên Îranê bike, ku baweriya wan bi pêşerojê nemîn e.
C.B