PKK: Mercên rêkeftina Edeneyê nemane

Berpirsekî PKKê radigihîne, êdî şert û mercên rêkeftina Edeneyê nemane û ew rêkeftin dawî hatiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî PKKê radigihîne, êdî şert û mercên rêkeftina Edeneyê nemane û ew rêkeftin dawî hatiye.

Endamê Desteya Rêvebir ê PKKê Duran Kalkan dibêje, ji ser rêkeftina Edeneyê 20 sal derbas bûye û Sûriye ev 8 sal in di nava şerekî navxweyî de ye û bûye 3 perçe, ya ku Sûriye xistiye vî halî rêkeftina Edenyê bû, lê niha şert û mercên wê rêkeftina nemaye û dawî hatiye.

Duran Kalkan diyar dike, ew nizanin Rûsya çendî dixwaze rêkeftina Edeneyê careke din destpê bike, lê ew ne bawer in Sûriye careke din digel Tirkiyê rêkeftinê bike. Rêkeftineke dijî Kurdan dê krîza 8 salan a Sûriyê dubare bike.

Li Tirkiyê piştî serdana Serokomarê Tirkiyê Erdogan bo Rûsyayê û hevdîtina li gel Vîlademîr Putin, rêkeftina Edenê careke din bûye rojev û eger heye ku pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê ku ev 8 sal zêdetir e bi temamî têk çûne li ser bingeha wê rêkevtinê dest pê bikin.  

Peymana Edene di navbera Tirkiye û Surîyê de sala 1998ê hati bû imzakirin. Di beşa sererastkirina rêkeftina Edene de ya sala 2010 hatiye kirin, Tirkiye dê bikare jiber ewlekariya sinorên xwe 5 heta 15 K.M bikeve nava xaka Surîyê. Lê ji bo vê yekê pêwist e Serokê Sûriyê Beşar Esed biryarê bide.

 

S. B