MSD daxwaz dike Hewlêr aliyên Rojavayê Kurdistanê ji hev nêzîk bike

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyaz Dirara radigihîne, Herêma Kurdistanê dikare aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji hev nêzîk bike û rêkeftineke nû di navbera wan de bo rojhilatê Firatê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî biryara Amerîka a vekişandina hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û gefên Tirkiyê yên êrîşkirina ser rojhilatê Firatê û avakirina herêmeke bi ewle û hewlên rêjîma Sûriyê bo vegera ji navçê re, rewşa Rojavayê Kurdistanê li pêş metirsiyan e.

Di nûtirîn pêşhat de, Hevserokê MSDê Riyaz Dirar ji K24ê re got: “Herêma Kurdistanê dosta me ye û pêwendiyên baş di navbera me de hene. Herêma Kurdistanê dikare aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji hev nêzîk bike. Piştî rêkeftina Hewlêrê, rewşa siyasî li Rojava baş bûbû. Ew alî niha jî dikarin bi serperiştiya Herêma Kurdistanê rêkeftineke baş derbarê rojhilatê Firatê de bikin û dikare encamên baş di çarçoveya çareseriya Sûrî – Sûrî de li paş xwe bîne.”

S. B