Duran Kalkan: HSD jî dikare êrişî Stenbol û Enqerê bike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan diyar kir, heger Tirkiye êrişê rojhilatê Firatê bike, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî dikare êrişî Enqere û Stenbolê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan diyar kir, heger Tirkiye êrişê rojhilatê Firatê bike, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî dikare êrişî Enqere û Stenbolê bike.

Duran Kalkan di hevdîtinekê ligel televizyonî de bal kişand ser nûkirina rêkeftina Adane ya navbera Tirkiye û Sûriyê de û wiha got, "Hewldanek heye ku Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed bicivin."

Li ser egera êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistan û rojhilatê Firatê jî Kalkan wiha got, "Heger Tirkiye piştgiriyê ji Rûsya, Amerîka û Îranê werbigire wê êriş bike. Ji xwe niha rojane bi topan êrişan pêk tînin. Ev yek wî mafê dide HSD'ê jî êrişî Tirkiyê bike. HSD dikare bi çekên di destê xwe de êrişî Enqere û Stenbolê bike. Divê Tirkiye vê yekê baş bizane."

Li Tirkiyê piştî serdana Serokomarê Tirkiyê Erdogan bo Rûsyayê û hevdîtina li gel Vîlademîr Putin, rêkeftina Edenê careke din bûye rojev û eger heye ku pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê ku ev 8 sal zêdetir e bi temamî têk çûne li ser bingeha wê rêkevtinê dest pê bikin.  

Peymana Edene di navbera Tirkiye û Surîyê de sala 1998ê hati bû imzakirin. Di beşa sererastkirina rêkeftina Edene de ya sala 2010 hatiye kirin, Tirkiye dê bikare jiber ewlekariya sinorên xwe 5 heta 15 K.M bikeve nava xaka Surîyê. Lê ji bo vê yekê pêwist e Serokê Sûriyê Beşar Esed biryarê bide.

  

S. B