Li Şirnexê namzeta HDPê 11 jinên din hatin binçavkirin
K24 – Navnenda Nûçeyan
Li Şirnexê hêzên ewlekariyê ser bi dehan malan de girt û Namzeta HDPa Cizîrê jî di nav de 12 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin.
Li Bajarê Şirnexê, Hevseroka HDPê û Namzeta Şaredariya Cizira Botan Berîvan Kutlu û Hevseroka DBPê Eyşê Altay jî nav de 12 siyasetmedarên Jin hatin binçavkirin.
Polisên Tirkiyê, di serdagirtina malan de dergehên malan şikandine û ketina nava xaniyan.
Di nav 12 iinên siyasetmedar de, rêvebera Sendikaya Karkeran DİSKê, Nûnera Sendikaya Karên Giştî û hejmarek jinên çalak hatin binçavkirin.
Hate zanîn ku operasyona serdakiritina malan de berdewam e û jinên hatine girtin birine asyişa bajarê Şirnexê.
S. B