Ilham Ehmed: Divê herêma ewle di destê HSDê de be

Mijara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê ta niha di rojevê de ye Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê Ilham Ehmed dibêje, divê ew destkeftiyên ku di şerê li dijî DAIŞê ketine destê wan werin parastin û ew herêma bi ewle di destê HSDê de be.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Mijara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê ta niha di rojevê de ye Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê Ilham Ehmed dibêje, divê ew destkeftiyên ku di şerê li dijî DAIŞê ketine destê wan werin parastin û ew herêma bi ewle di destê HSDê de be.

Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê Ilham Ehmed li Washingtonê ji K24ê re ragihand, gelek berpirsên Amerîkî li dijî vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê ne. Herwiha dibêje, divê ew destkeftiyên ku di şerê li dijî DAIŞê ketine destê wan werin parastin.

Ilham Ehmed got: “Divê piştî vekişîna hêzên Amerîkî xebatek bê kirin. Niha hin xebat hene, ev xebat di çarçova diyalogê de ne ji bo ev navçe parastî bimîne û destkeftiyên hene mayinde bibin û Sûriyayeke demokratîk ava bibe.”

Li ser avakirina devera Aram Ilam Ehmed got: “Herêma ewle di bin desthilata Tirkiyê de bi ti carî nayê qebûlkirin. Herêma ewle ya Tirkiye behsa wê de dike, wek kampên DAIŞê, Nusra û komên tundrew in, herwiha tevlihevî, koçberî û destdirêjahiya li ser mafên gelan û pêkhateyan e û ti bi ti carî nayê qebûlkirin, rewşa Efrînî li ber çav e. Heger devereke ewle çê bibe jî, divê di bin kontola HSD û gelên herêmê de be û dikare bi bin çavdêriya navdewletî çê bibe. Sûriyê dê helwesteke nerazîbûnê nîşan bide, lê ji bo ev alozî ji holê rabe,  helwesta navdewletî jî girîng e.”