Tirkiye: Fermandarê tevgera belafirên şer hate girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê Generalê fermander ê tevgêra balefirên şer Ozkan Edip Akgulay û 51 karmendên Asayişa Stenbolê, bi tometa endametiya Tevgêra Gulen hatin girtin.
Hêzên Ewlekariya Tirkiyê, hejmarek general girtin û kirin zîndanan, Berpirsê giştî yê tevgêra balefirên şer Akgulay jî hat girtin.
Li gorî nûçeya T24ê, Ozkan Edip Akgulay, bi tevgêra balefirên şer ve berpirsyare, bi endambûyîna Tevgêra Gulen ve, tê tewanbar kirin.
Li gorî fermana Dozgeriya Komarî ya Diyarbekrê, pêwendiya telefonan û înternetê, eşkere kirin e, ku pêwendi li gel Tevgera Gulen heye.
Bi Fermana Serdozgerê Komarî yê Stenbolê û 26 parêzgehan, operasyonek li dijî tevgêra Gulan hat kirin û biryara girtina 51 karmendên Asayişê hat dayîn.
C.B