Qamişlo.. 5 zarokên Otîzim tevlî civakê dibin

Li bajarê Qamişlo 5 zarokên astengdar ku ji heyama 6 mehan ve li navendeke taybet têne rahênan kirin, dê tevlî civakê bibin û jiyana xwe ya normal bijîn. Bi vê helkeftê navenda pispor ya zarokên astengdar şahiyek lidar xistin ku tê de çend hunermendên navdar wek Rêber Wehîd, Ebûd Fuad û Imad Xelef stranên xwe pêşkêşî zarok û malbatên wan kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo 5 zarokên astengdar ku ji heyama 6 mehan ve li navendeke taybet têne rahênan kirin, dê tevlî civakê bibin û jiyana xwe ya normal bijîn. Bi vê helkeftê navenda pispor ya zarokên astengdar şahiyek lidar xistin ku tê de çend hunermendên navdar wek Rêber Wehîd, Ebûd Fuad û Imad Xelef stranên xwe pêşkêşî zarok û malbatên wan kirin.

Cara yekemîn e ku li Cizîra Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji zarokên astengdar yan jî zarokên xwedî pêdiviyên taybet qonaxa nexweşiyê derbas dikin û tevlî civakê dibin. Di heyama 6 mehan de navenda pispor ya zarokên Otîzim û pirsgirêkên derûnî li bajarê Qamişlo 5 zarokan dighîne asta ku tevlî civakê bibin. Bi saya keseke pispor ku mehane ji Şama paytexta Sûriyê seredana navenda navbûrî dike û zarokên astengdar perwerde û rahênan dike, ev piroje pêkhat.

Pispora Otîzim û pirsgirêkên derûnî Meysem Hiseriyê ji K24ê re got:“ Îro me da xuyakirin ku Otîzim ne kêmendamtî ye, îro 5 zarokên Otîzm û yên ku hin pirsgirêkên derûnî bi wan re hebûn û di heyama çend mehan de hatine rahênan kirin, gihiştine qonaxa tevlîbûnê û dê bi şêweyekî rast tevlî civakê bibin.”

Bi vê bûneyê ahengek ji zarok û malbatên wan re hate lidar xistin.
Hejmarek ji hunermend û komeke folklorî bê beramber tevlî şahiyê bûn û kêfxweşî derbasî dilê beşdaran kirin. Malbatên wan zarokên ku dê tevlî civakê bibin tekez dikin ku zarokên wan gelek sûde di mehên bûrî de wergirtin û pêwist e malbatên ku zarokekên wan yên astengdar hebin, li navendên weha tomar bikin.

Dayika zarokeke astengdar Şêrîn Silêman dibêje: “Di heyama 3-4 mehan de keça min sûdeke mezin wergirt, me li navendê berdewam kir ta gihişte asta ku tevlî civakê bibe. Ni hajî emê wê li gulîsataneke zarokên normal tomar bikin û em hêvî dikin ku bibe mîna zarokê hevalên xwe yên saxlem.”

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê derdora 7-8 navendên taybet bi zarokên astengdar hene, lê tu amarên fermî bi hijmara wan zarokan tune ne û wek nimûne: Li bajarê Qamişlo 125 zarokên astengdar li navendan hatine tomar kirin, ku ji wan nêzî 40 zarokên Otîzmê ne. Li bajarê Dirbêsiyê û Tiltemir jî nêzî 150 zarok hatine tomar kirin. Herweha li devera Dêrikê û gundewarên wê nêzî 300 zarokên astengdar hene û tenê 37 zarok li navendên têkildar hatine tomar kirin.