Li Hewlêrê nexweşxaneyeke taybet bi Pêşmerge hat vekirin

Bi hevkariya hikûmeta Almanyayê li bajarê Hewlêrê û bi merasîmekê nexweşxaneyeke leşkerî ya taybet bi Pêşmerge hat vekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi hevkariya hikûmeta Almanyayê li bajarê Hewlêrê û bi merasîmekê nexweşxaneyeke leşkerî ya taybet bi Pêşmerge hat vekirin.

Berpirsên leşkerî yên Almanyayê û Wezareta Pêşmerge di merasîma vekirina nexweşxaneyê de tekezî li ser hevkariya zêdetir bi birîndarên şerê DAIŞê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezareta Berevaniyê ya Almanayê re derbirî.

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen di meha Îlona 2018an de di dema serdana bo Herêma Kurdistanê de gotibû, bi hîmeta Pêşmerge me DAIŞ jinav bir û niha dem hatiye ew serkeftin bê parastin û hevahengiya Almanya bi Pêşmerge re di warên leşkerî, lojistî û tenduristî berdewam dibe.

 

S. B