Mela Bextiyar: Ta biryara kongir neyê dayîn, li malê dibim
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Desteya Karîger ê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar dibêje, ta partiya wî biryara girêdana kongir nede, ew beşdarî civînên Polîtburoyê nabe û li mala xwe dimîne.
Berpirsê Desteya Karîger ê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, demek e xeyîdî ye û beşdarî civînên Polîtburoya YNKê nabe.
Di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de derbarê beşdarbûna di civînên Polîtburoya YNKê de, Mela Bextiyar ragihand, heger biryara girêdana kongir neyê dayîn, beşdarî civînan nabim.
S. B