WSJ: Projeya Amerika ji bo Herêma Ewle heye

Rojnameya Amerikî Wall Street Journal (WSJ) diyarkir, ku ligor çavkaniyên wan Amerika ji bo damezrandina Herêma Ewle li rojhilatê Firatê dinav hewlên pêkanîna projeyek berçav e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya Amerikî Wall Street Journal (WSJ) diyarkir, ku ligor çavkaniyên wan Amerika ji bo damezrandina Herêma Ewle li rojhilatê Firatê dinav hewlên pêkanîna projeyek berçav e.

Ligor WSJ, ku liser zarê berpirsên bilind ragihandiye, Amerika dixwaze hevpeymaniyek ji welatên Rojava pêkbîn e û Herêma Ewle ji alî wê Hevpeymaniyê ve were parastin.

Armanca pêkanîna Hevpeymaniya parastina rojhilatê Firatê, pêşîlêgirtin a şerek Tirkiye û Kurdan e û plan ew e, ku Herêma Ewle ji alî Hêzên Fransa, Australya û Brîtanya bê parastin.

Herweha tê ragihandin, ku Kurd jî bi awayek erênî xwe nêzîkî vê projeya Amerika dikin.                Lê, Tirkiye dijberiya xwe beramberî vê projeya Amerika ragihandiye. Çavkaniyên Ewrûpayî ji WSJ re diyarkirine, ku projeyek weha heye û Ewrûpa bi awayek erênî xwe nêzîk dike. Ewrûpayî di wê baweriyê de ne, pêkanîna Herêma Ewle dikare liber penaberiya bi milyonan kes bibe rêgir.

 

 

C.B