HDP: Me sextekariya AKP li Sêrtê eşkere kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratik a Gelan HDPê Rêxistina Bajarê Sêrtê, di avahiyên vala de, ku bi sedan dengdêrên sexte hatine tomar kirin, eşkere kir.
Parlamenterên Sêrtê Meral Taniş Beştaş û Siddîq Taş û gotin, Di listeya dengan de 6 Hezar deng hatine jêbirin û heman deng li avahiyên vala de, hatine tomar kirin.
Parlamenter Meral Bêştaş da zanîn: Wan ji bo 6 hezar û 488 dengên sexte serî li Komisyona Hilbijartinê dabûn, lê komisyonê vekolin kir û ev dengên sexte hatin sererastkirin.
Meral Bêştaş li Sêrtê, li gel komek rojnamevanan serdana yêk avahiya vala kir, ku 232 dengên sexte lê hatibûn tomar kirin.
C.B