Îran: Bi egera çalakiyên siyasî û sivîl 19 Kurd hatine girtin

Meha borî 19 welatiyên Kurd bi tometa encamdan a çalakiyên siyasî û sivîl hatine zîndanî kirin

K24-Navenda Nûçeyan

Meha borî 19 welatiyên Kurd bi tometa encamdan a çalakiyên siyasî û sivîl hatine zîndanî kirin.

Ligor malpera Hengaw a mafê mirovan, meha borî Dezgeha Dadweriya Îranê 19 çalakvanên siyasî û sivîl ên Kurd bi tometa çalakiyên siyasî û sivîl zîndanî kirin e. 18 kes ji wan 19 kesên ku hatine sizakirin, bi tometa alîkariya Partiyên Kurdistanî yên dijberên Îranê hatine siza dan.

Her ligor malpera Hengaw, ji wan kesan 7 xelkê Rebet a ser bi bajarê Serdeşt ve ne, û 6 kes xelkê bajarê Şino, 2 kes jî xelkê Pîranşar, 4 ji xelkê bajarên Sine, Seqez, Bokan û Wirmiyê yên rojhilata Kurdistanê ne.

 

 

C.B