Opozîsyona Sûriyê daxwaza vegera Pêşmergeyên Roj dike

Serokê Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî ragihand, pêwîstê hêza Pêşmergeyên Roj bi hêzên din ên Sûrî re valahiya ewlehiyê li Rojavayê Kurdistanê dagire.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî ragihand, pêwîstê hêza Pêşmergeyên Roj bi hêzên din ên Sûrî re valahiya ewlehiyê li Rojavayê Kurdistanê dagire.

Duhî şanda Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê bi serokatiya Nesir Herîrî serdana Parlemantoya Kurdistanê kir û ligel Firaksiyona PDKê civiya bû.

Piştî civînê Serokê Desteya Danûstandkar Nesir Herîrî li ser valahiya ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê û Rojavayê çê bibe ji K24ê re got: “Pêwîstiya me hêzekê heye ku valahiya bibe dagire. Hêza herî baş jî, ew hêz niştimanî be û baweriya wê bi perensîpên em pê bawer dikin bê û divê ji xelkê deverê bin.”

Herîrî got jî: “Hejmarek mezin ji birayên me yên Kurd ku ji artêşa Sûriyê cuda bûbûn û li Herêma Kurdistanê hatine perwerdekirin û rahênankirin û rêbaza wan wek rêbaza me ye, ew ligel hin hêzên din ji pêkhateyên cuda dê baştirîn şêwe be ji bo parastina wê deverê û aramkirina metirsiyên Tirkiyê.”

Her di wê çarçovê de duh êvarî şanda Desteya Danûstandkar ligel hejmarek ji kesayetiyên Efrînê civiya.

Di wê derbarê de Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Nûrî Birîmo bixwe ji Efrînê ye li ser naveroka wê civînê ji K24ê re ragihand, wan di civînê de behsa binpêkirinên ku ji aliyê mîlîşyayên çekdar ve tên kirin, kirin.

Herwiha wan tekezî li ser wê yekê kirin, ku divê Efrîn ji aliyê xelkê wê ve bê birêvebirin û wan daxwaz ji şanda opozîsyona Sûriyê kir, divê mîlîşyayên leşkerî yên binpêkirinan li Efrînê dikin ji Efrînê derkevin û di zûtirîn dem de xelkê Efrînê yê derbiderî navçeyên Helebê bûne vegerin ser mal û milkên xwe.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û milîşyayên leşkerî yên alîgirên Tirkiyê, ji bilî girtin, revandin, dizî, talan, destdanîna ser mal û milkên xelkê, zêdetir ji 250 xelkê Efrînê koçber û derbiderî navçeyên bakurê Helebê bûn û rê ji bo nayê dayîn ku vegerin ser mal û milkên.

 

S. B