PDK û YNK ji bo pêkanîna hikûmeta nû dicivin

Îro şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê dicivin û tê çaverêkirin biryarên yekalîker derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên dayîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê YNKê Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re ragihand, civîna îro ya PDK û YNKê girîng e û biryarên girîng jî tê de tên dayîn. Da Zanîn jî, nerînên wan û PDKê ji hev nêzîk in.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî derbarê guftûgoyên aliyan ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji K24ê re ragihand, komîtên danûstandinê karên baş kirin û hêvîdar in pêkanîna kabîneya nû negihe Newrozê.

Diyar kir jî, pirsgirêkên PDK û YNKê ew e, YNK dixwaze pirsên Bexda û Hewlêrê bi hev re çareser bike, lê PDK dixwaze destpêkê li Herêma Kurdistanê rêkeftin çê bibe, piştre bi hev re biçin Bexdayê.

Biryar bû roja 29ê meha bûrî PDK û YNKê biciviyana, lê li ser daxwaza YNKê civîn hatibû paşxistin.

S. B