Kişanak û Tuncel serî li Dadgeha Ewropayê didin
K24 – Navenda Nûçeyan
Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê didin ku bi neheqî sizaya giran li wan hatiye birîn.
Dadgeha Sizaya Giran a Meletiyê, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel bi 15 salan, Şaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kişanak jî bi 14 sal û 3 mehan zîndanîkirinê siza kirin.
Parêzerên Tuncel û Kişanak dan xuyakirin, doz di dema dozger û dadwerên girêdayî Cemaeta Gulen hatiye vekirin û heta dawî 19 dadwer hatine guhertin. Dan zanîn, hemû tiştên bûne mijarê dadgehkirin û sizayan karên partiyên siyasî ne û daxuyaniyên dema parlamenteriya wan in.
Parêzeran da zanîn, piştî serdana dadgeha Herêmî û dadgeha Destûrê, ewê bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bikin ku bi biryara yasayên Dadgeha Bilind hatine binpêkirin.
S. B