HDP îşev “Nobeda Aştiyê” digre

Partiya Demokratîk a Gelan HDP li Parlementoya Tirkiyê ji bo Leyla Gûven dest bi Nobeda Aştiyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan HDP li Parlementoya Tirkiyê ji bo Leyla Gûven dest bi Nobeda Aştiyê dike.

Hevseroka HDP Perwîn Buldan di kombûna heftane ya partiya xwe de bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir, ko guh bide daxwazên Leyla Gûven. Ew dê li parlementoya Tirkiyê bibin dengê Leyla Gûven û ji bo wê heta sipêdeyê nobeda aştiyê bigirin.

Buldan got: “Ez ji vir bang li hikûmetê dikim. Guh bide dengê Leyla Gûven û siberoja hevpar tine nekin. Hêviya aştiyê venemirînin. Li ser vê bêhiquqiyê rijd nebin. Ji bo em bibin dengê Leyla Gûven, em dê ji îşev heta sipêdeyê li parlementoya Tirkiyê nobeda aştiyê bigrin”.

 

 

 

C.B