Votel: Plana me ya parastina Kurdan a leşkerî û diplomasî heye

Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê Joseph Votel dibêje: Ji bo parastina Kurdan a dijî gefên Tirkiyê planek leşkerî û dîplomasî heye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di kombûna heftane ya partiya xwe de axifî û ji bo operasyoneke dijî Minbic û rojhilatê Firatê dem da Amerîkayê.

Erdogan dibêje, êdî sebra wan nema ye û heta çend hefteyan daxwazên Tirkiyê neyên cîbecîkirin ew dê bi serê xwe tevbigerin û operasyona xwe bikin. 

Lê dengên ko ji Waşîngtonê tên ne bi dilê Enqereyê ne û ev yek jî berpirsên Tirkiyeyê dilgirantir dike.  Fermandarê Hêzên Navendî ya Amerîkayê Joseph Votel dibêje: Ji bo parastina Kurdan a dijî gefên Tirkiyê planek leşkerî û dîplomasî heye û ew Kurdan tenê nahêlin.

Tam di vê çarçoveyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu jî, serdana Amerîkayê dike û tê pêşbînîkirin digel hevpostê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo kom bibe. 4 daxwazên Tirkiyê hene. Divê YPG nemîn e û çekên di destê wê de werin standin . Divê herêma ewle di bin kontrola Tirkiyê de ava bibe. Divê rêkeftina Minbicê were cîbecêkirin û çarenûsa bingehên leşkerî yên Amerîkayê ya li Suriyê were diyarkirin.

Lê ji daxûyaniya Erdogan eşkere jî dibe, ko Amerîka ji bo van daxwazan ti nexşerê daneniye pêşiya Tirkiyê.

 

 

C.B