Li Efrînê di teqînekê de 3 çekdarên Opozisyonê brîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqînekê de li Efrînê, 3 çekdarên Opozisyonê brîndar bûn.
Ligor ajansek nêzî Opozisyona Sûriyê, serê sibeha îro mayînek bi çekdarên grûba elHemzat a ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ve li nêzîkî gundê Basûte yê navçeya Şêrawa ya Efrînê teqiya, di encamde 3 çekdarên wê grûbê brîndar bûn.
Jêderê diyar jî kir, brîndar ji bo xalek bizîşkî hatine veguhestin.
Piştî dagîrkirina Efrînê ji alî Tirkiyê û grûbên çekdarên Artêşa Azad ji Adar a sala borî ve, bi berdewamî teqîn li wê deverê çêdibin, ku di encam de welatiyên sivîl û çekdarên opozisyonê dibin qurbanî. Opozisyon jî HSD û DAIŞ bi encamdan a wan teqînan tometbar dike.
C.B