Beriya 94 salan serhildana Kurdistaneke azad dest pê kir

Beriya 94 salan, bi pêşengiya Xalid Begê Cibrî û Şêx Seîd Efendiyê Pîranî ji bo Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe li Bakurê Kurdistanê serhildanê dest pê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Beriya 94 salan, bi pêşengiya Xalid Begê Cibrî û Şêx Seîd Efendiyê Pîranî ji bo Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe li Bakurê Kurdistanê serhildanê dest pê kir. Lê beriya serhildanê Dewleta Tirk, qadroyên siyasî, rewşenbîrî û serbazî yên Tevgera Azadî girtin û li Bedlîs û Diyarbekirê darvekirin. Ji wê rojê heta niha Kurdên bakur negihîştine mafên xwe yên neteweyî û Pirsgirêka Kurd jî nehat çareserkirin.

13 Sibata 1925'an, li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya endam û rêveberên Tevgera Azadî ango Xalid Begê Cibrî û Şêx Seîd Efendiyê Pîranî û rêhevalên wan ji bo Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe sêrhildanê dest pê kir. Tevgera Azadî 1920'an bi pêşengiya Mîralay Xalid Begê Cibrî li Erziromê hat damezirandin. Piştî Peymana Lozanê û amadekirina Destûra Bingehîn, tu mafên Kurdan ên rewa ji aliyê Dewleta Tirk ve nehatin qebûlkirin. Tevgerê jî li çar aliyên Kurdistanê; di nav siyasetmedar, efser, rewşenbîr û serokeşîran de amadekariyên serhildanê kir.

Nivîskar û lêkolîner Tehsîn Sever neviyê Xalig Begê Cîbrî ye. Sever di derbarê serhildanê de lêkolîn kirine û pirtûk nivîsandiye. Li gorî ku Sever tîne zimên; tevgerê plansazî kiribû ku Buhara 1925'an dest bi serhildanê bike û di yek carê de Kurdistanê damezirîne, lê belê Dewleta Tirk beriya serhildanê hewl da; serhildan beriya dema xwe li Pîrana Diyarbekirê hat destpêkirin.

Nivîskar û Lêkolîner Tehsîn Sever ji K24ê re got: "Di 1923'an de Peymanê Lozanê hat pejirandin. Kurdistan hat parçekirin. Sînorên Tirkiyeyê hatin xêzkirin. Piştî Lozanê jî Dewletê gaveke din avêt û Qanûna Bingehîn a 1924'an hat qebûlkirin. Di wê zagonê de Kurd tune hatin qebûlkirin, Zimanê Kurdan qedexe kirin. Piştî van bûyeran, rêxistinê biryar girt ku serhildanekê pêk bîne."

Serhildan bêyî hemdê tevgerê dest pê kiribû. Şer li herêmeke berfireh belav bûbû. Di destpêka serhildanê de hêzên Tevgera Azadî bi ser ketibûn û Darahênê, Maden, Sêwreg, Elezîz û Erxaniyê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Diyarbekirê. Lê desthilata Tirk di 21 Sibatê de li bajarên Kurdan rêvebiriya leşkerî ragihandin. Yekîneyên Artêşa Tirk di 26'ê Adarê de hem li bejahiyê hem ji hewayê  êrîş da destpêkirin. Serhildan negihîştibû armanca xwe. Pêşengên serhildanê hemû hatin girtin û di Dadgehan de Îstîklalê de hatin darizandin.

Tehsîn Sever wiha axivî: "Dema ku Xalid Beg û hevalên wî hatin girtin barê giran ma li ser milên Şêx Seîd Efendî. Beşeke ji Elewiyan jî beşdarî serhildanê bûne. Gelek bajar û bajarok bidestxistin. Lê belê amadekariya Dewletê zêdetir bû. Ji ber wê yekê tevger têk çû."

Hejmara kesên ku canê xwe ji dane, bi teqezî nayê zanîn lê li gorî hin dîroknasan bi hezaran Kurd canê xwe ji dest dan. Piştî têkçûna serhildanê, Serokê Azadiyê Xalid Begê Cibrî û hevalên xwe li Bedlisê ji aliyê Diwanê Herbê ve hatin darvekirin. Şêx Seîd Efendî û Hevalên xwe jî piştî rojekê hatin girtin û li Dadgeha Îstîlalê hatin darizandin. Piştî darizandinê, rojekê Şêx Seîd Efendî û 45 hevalan xwe di 29'ê Hezîrana 1925'an de li Diyarbekirê hatin darvekirin. Hîn jî cihê gora wan nayê zanîn. Li gorî ku Lêkolîner û nivîskar Tehsîn Sever dibêje; 100 sal in nêrîna Tirkiyeyê li hember Pirsgirêka Kurd neguheriye.

Herwiha neviyê Xalig Begê Cîbrî Tehsîn Sever dibêje: "Dewleta Tirk li ser Kurdan xebatên muhendisî kirine, li ser çand, siyaset û zimanê Kurdî xebat kirine lê bi ser neketiye. Îro doza Kurdistanê di rojeva Cîhanê de ye, Rojava, Başûr, Bakur di rojeva cîhanê de ye. Wateya vê ev e; heta ku ev mesele neyê çareserkirin dê di rojeva Cîhanê de be."

Nivîskar û lêkolîner Sever, doza li hemberî girtina partiyên Kurdî bi bîr tîne û dibêje; ziman, çand û hebûna Kurdan hîn jî nayê qebûlkirin. Tu sûdekê qedexe û tunehesibandinê ji bo Tirk û Kurdan tuneye. Ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd, ji aliyê Enqereyê ve carinan hin gav tên havêtin lê belê heta niha bi van gavan tu çareserî nehatiye peydakirin. Daxwaza neviyên Şêx Seîd Efendî û Xalid Begê Cibrî ew e ku Kurd wekî milet werin qebûlkirin û bikaribin mafên xwe yên rewa yên neteweyî bi kar bînin.