Wezîra Bergîriya Almanya behsa rola Pêşmerge dike

Wezîrê Begîriyê ya Almanyayê tekezî li ser rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê dike û pabendbûna welatê xwe bo hevkariya bi Pêşmerge di warê tenduristî de dupat dike û dibêje, rahînankirina tîma tenduristî li Herêma Kurdistanê berdewam dibe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Begîriyê ya Almanyayê tekezî li ser rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê dike û pabendbûna welatê xwe bo hevkariya bi Pêşmerge di warê tenduristî de dupat dike û dibêje, rahînankirina tîma tenduristî li Herêma Kurdistanê berdewam dibe.

Wezîrê Begîriyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen li Brûkselê di perawîza civîna wezîrên bergîriyê yên welatên endamên NATOyê axivî û got: “Bo me gelekî girîng e ku me dît çendî Pêşmerge bi wêrekî û azayetî şer li dijî DAIŞê kir. Bo avedankirina deverên ku hatine wêrankirin berdewam dibin. Hevkariyê bo jêrxaneye tenduristî li Herêma Kurdistanê jî girîng e, bo rahênankirina tîmên tenduristiyê jî berdewam dibin. Hevdem pabend dibin bi dirustkirina nexweşxane. Bo dilniya bin bi serkeftinê, bi hevkariyan berdewam dibin.”