Amerîka: Îran sedema nearamiya cîhanê ye

Cîgirê Serokê Amerîka got jî, Îran sedema nearamiya hemû cîhanê ye, bi taybetî welatên Rojhilata Navîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Amerîkayê li Warşow daxwaz ji welatên Ewrûpa kir, ji Rêkeftina Atomî ya digel Îranê vekişin.

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pêns di gotarekê de li korbenda Warşow daxwaz ji welatên Ewrûpa kir, ji Rêkeftina Atomî ya digel Îranê vekişin. Cîgirê Serokê Amerîka got jî, Îran sedema nearamiya hemû cîhanê ye, bi taybetî welatên Rojhilata Navîn. Pêns tekez jî kir, ku Waşington dixwaze aramiyê ji bo Rojhilata Navîn vegerîne.

Cîgirê Serokê Amerîka anî ziman, ku hîn jî DAIŞ liser welatên Rojhilata Navîn gefek mezin e.

Wezîrê derve yê Amerîka dibêje, aştî û aramî li Rojhilata Navîn çênabe, eger rûbirûyî Îranê nebin.  Mike Pompêo di Korbenda Aştiya Rojhilata Navîn li Warşow, Hizbullah, Husiyên Yemenê û Hamas bi gefên rasteqîne yên Îranê li navçeyê, binav kir.

 

 

 

C.B