Çavuşoglu ji K24 re: Em ne li dijî Kurdan in!

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li Soçî ji Kurdistan24 re axivî û got, ew li Sûriyê piştevaniya mafên Kurdan dikin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li Soçî ji Kurdistan24 re axivî û got, ew li Sûriyê piştevaniya mafên Kurdan dikin lê dijî PKK û YPG ne ku wek rêxistinên terorî dibînin.

Çavuşoglu da xuyakirin, ne tenê bo Tirkiyê, bo Iraq û Sûriyê jî PKK û YPG wek gef dibînin û jiber PKKê gelek Kurdan dest ji axa xwe berdan e.

Çavuşoglu got:

"… Li Tirkiyê zêdetirî 300 hezar Kurdên Sûriyê hene. Çi kêşeya me bi Kurdan re nîn e. Kurd bira û xwişkên me ne. Li Sûriyê, Iraq û Îranê, her weha bi mîlyonan Kurd li welatê me hene. Kêşeya me bi rêxistinên terorê re heye. Wek YPG, PKK, PJAK û ew nûnertiyan Kurdan nakin. Tenê bo Ideolojiya xwe kar dikin, gelek Kurd ji ber wan cihên xwe hiştin e û gelek partiyên Kurdên Sûriyê girtin e.  Me li Sûriyê piştevaniya parastina mafên Kurdan jî dikir, ku dema pêwendiya me bi Esed re baş bû. PKK û YPG li herêmê mafên mirovan binpê dikin. Jibo hemû aliyan û aramiya welatên cîran jî, gef in. "

 

 

C.B