Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê civiyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson li Munchenê civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson li Munchenê civiyan.

Piştî civîna bi bi çend parlemanterên Almanya, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Sûriyê û Wezîrê Derve yê Îranê re, Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson civiya.

Di perawîza Konferansa Asayişa Herêma Kurdistanê li Munchenê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtin bi hejmarek ji berpirsên bilind ên welatên cîhanê re kir û biryar e bi hevdîtinan jî berdewam be.

Her di perawîza konferansê de, duhî 15ê Sibatê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi her yek ji Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Salih Feyaz û hejmarek ji parlemanterên Almanyayê re civiyabû.

Di Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê de çendîn pirsên girîng ên derbarê asayişa navdewletî û metirsiyên cîhanê têne guftûgokirin.

 

S. B