Taşçier: MHP û Ak Partî siyaseta nijadperestiyê li hember Kurd dimeşînin

Parlementerê HDP ê Diyarbekrê Imam Taşçier beşdarî bernama “Rojev” a Kurdistan24ê bû û ragihand, 3 sal in HDPê rastî nijadperestiyê dibe û ew nijadperestî bi destê MHP û Ak Partî tê meşandin. bi hezar endamên HDPê û Hevserokê berê Selahetîn Demîrtaş û parlemantan di zîndanan de ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herwiha got: “Li ba hikûmeta Tirkiyê kî li gor wan tevnegere “terorist” dibînin. Kî li hember hikûmetê bibêje “ez Kurd im” terorist dibînin. Dewleta Tirkiye li ser zor û zordestiyê hatiye avakirin, heger kesek li Enqerê yan li Stenbolê li cihekî giştî bi Kurdî biaxive êrîş lê tê kirin. Gotina terorê xistine awayekî ku her kesek ne wek wan be terorist e. Li Tirkiyê ti pîvanek ji terorê re nîn e.”

Li ser derxistina partiyên ku navê Kurdistanê tê de hene ji lîsta partiyên siyasî, got: “Dema partî li Tirkiyê tên avakirin û bernameya xwe pêşkêşî Wezareta Navxwe dike, ew partî tê damezrandin û heger navê wê çi be jî. Li gor qanûna Tirkiyê nikare îhtiraz bike, lê di vê dema ku 3 sal in hikûmeta bixwe li gor qanûnên xwe naçin. Ji bo kar û siyaseta wan asteng bikin, vêca li hember wan partiyan dozek vekirine.”

Herwiha Parlementerê HDPê Imam Taşçier got: “Dijminatiya Tirkiyê ne tenê li ser Kurdên Bakur e, belkû li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî dimeşîne.”

Derbarê tifaqa bi partiyên Kurdistanî re got, ev tifaq hêzeke mezin dide Kurdan tifaqeke dîrokî ye û gotina ku Kurd nayin cem hevdu şikand. Ev tifaq di hilbijartinên herêmî de dê serkeftinê bidest bixe.

S. B