Daxwaza YNKê bo beşdarî civîna Parlemantoyê aşkere dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemanter û Kandîda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo posta Serokê Parlemantoyê Bêgerd Talebanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Şêwira me bi PDKê re berdewam e bo bigihin rêkeftinê.”
Parlemantera YNKê Got jî: “Heger li ser wan xalên nakok bi PDKê re gihîştin rêkeftinê, YNK dixwaze beşdarî civîna îro ya Parlemantoya Kurdistanê bibe û hêvîdar in bikarin bigihin rêkeftinê.”
Aşkere kir jî, “Posta Parêzgarê Kerkûkê xala nakok a di navbera YNK û PDKê de ye.”
Li ser lihevkirina PDK û YNKê û piştre firoksiyonên Parlemantoya Kurdistanê, biryar bû îro demjimêr 11:00 Parlemantoya Kurdistanê yekem rûniştina xwe encam bida û Desteya Serokatiya Parlemantoyê hilbibijêre.
Li gor zanyariyên K24ê, YNKê daxwaz kir civîna Parlemantoyê bo 24 demjimêran bê paşxistin, li hemberê jî PDK ligel encamdana civînê de ye û wek derfetdan ji firaksiyonan civîn bo 4 demjimêran hat paşxistin.
S. B