YNKê daxwazekê arasteyî PDKê dike

Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, ew ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dixwaz dikin ku pabendî 5ê Sibatê bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, ew ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dixwaz dikin ku pabendî 5ê Sibatê bibe.

Îro civîna Parlemantoya Kurdistanê bê beşdariya YNKê destpê kir û Desteya Serokatiyê ya Parlemantoyê hat hilbijartin.

Piştî civînê, peyvdarê YNKê Letîf Omer ragihand, "Em daxwaz ji PDKê dikin, ku pabendî rêkeftina 5ê Sibatê bibe.

Ragihand jî, YNK beşdarî civînên Parlemantoyê nabe, heta dema rêkeftina siyasî nebe.

Peyvdarê YNKê amaje bi wê jî da, YNKê rijd e ku pirsgirêkên hikûmeta Herêma Kurdistanê, Bexda û Kerkûkê bi yek paket be û rêkeftin li ser bê kirin.

PDK û YNK roja 5ê Sibatê li ser çend mijaran gihîştibûn rêkeftin, ew jî: Biryar hat dayîn komîteya hevbeş ya nivîsandina rêkeftina siyasî ya navbera her du partiyan di demek kurt de têksta rêkeftinê amade bike û pêşkêşî polîtburoyên her du partiyan bike. Biryar hat dayîn Parlementoya Kurdistanê roja 18 vê mehê bicive. Biryar hat dayîn Encûmena Parêzgeha Kerkûkê roja 18 vê mehê li Hewlêrê bicivin da ku arîşeyên wê parêzgehê bên çareserkirin.

 

S. B