Hevpeymanî daxwaza rêkeftina Pêşmerge û artêşa Iraqê dikin

Hepeymaniya Navdewletî hêza Pêşmerge bi hêzeke girîng û bi bandor ku DAIŞ li Iraqê şikand dizanin, ji bo peydabûna aramiyê û rêgirî li serî hildana grûpên terorist li navçeyên cihê Kurdistanî. Hevpeymaniya Navdewletî çaverê ne bi zû hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê bigihin rêkeftinekê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hepeymaniya Navdewletî hêza Pêşmerge bi hêzeke girîng û bi bandor ku DAIŞ li Iraqê şikand dizanin, ji bo peydabûna aramiyê û rêgirî li serî hildana grûpên terorist li navçeyên cihê Kurdistanî. Hevpeymaniya Navdewletî çaverê ne bi zû hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê bigihin rêkeftinekê.

Di demekê de ku Hewlêr û Bexda li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne ber bi rêkeftinê diçin, çavê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li gavên kirdarî ne, wek peyvdarê wê dibêje.

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Kolonel Sean Ryan ji K24ê re ragihand, “Her dem me gotiye, hêza Pêşmerge beşeke girîng a wê hêza ku serkeftin bi ser DAIŞê de aniye bû. Pêwîst e hevahengî di navbera wan û hêzên hikûmeta Iraqê de hebe, bo Iraq yekgirtî bimîne. ”

Herwiha got: “Metirsiyên DAIŞê hîna mane, ji ber ku hîna şanên nivistî yên DAIŞê mane, ev jî mezintirîn rikberî ye di qonaxa piştî DAIŞê de, pêwîst e zû ew şanên nivistî bên jinavbirin, ji bo careke din neçar nebin li dijî wan şer bikin. Dixwazin wê jî bibêjim ku Pêşmerge beşeke girîng a hêza Iraqê ye û hevkariyên me ji wan re berdewam dibin.”

Hevdem, Fermandarê Hêzên NATOyê li Iraqê General General Dany Fortin ji K24ê re got: “Wek hêzên NATOyê me hewl da alîkarê bi hêzên Iraqî binm ji ber wê her cure hevahengiyê di navbera wan hêzan de bilind dinirxînin, ji ber ku nebûne wê hevahengiyê dibe sedema ku DAIŞ dubare îdolojiya xwe zindî bike û ev jî ji navçeyên ku hikûmeta Iraqê tê de lawaz e re metirsî ye.”

Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û bi taybet Kerkûkê ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve valahiyeke ewlehiyê dirust bûye û pêwîstî bi vegera Pêşmerge heye, niha jî daxwaza vegera Pêşmerge ne tenê ji aliyê Kurd ve tê kirin, belkû aliyên navdewletî jî daxwaz dikin Pêşmerge vegerin Kerkûk û navçeyên din.