Erdogan bi hin hozên bakurê Kurdistanê re dicive

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bi serokên hin sazî û hozên bakurê Kurdistanê re dicive

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bi serokên hin sazî û hozên bakurê Kurdistanê re dicive.

Li gor medya nêzîkî hikûmeta Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê, di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên herêmê de, bi serokê hin hozên bakurê Kurdistanê re dicive.

Hat destnîşankirin, Erdogan, 27'ê Sibatê li Koşka Serokomarî ya Enqerê dê pêşwaziya rêberên hizrî û serokê hin hozên kurd re bicive.

Li gor agahiyan, di xwarinê de rewşa dawî ya herêmê dê were gotubêjkirin û Erdogan ji serokhozan daxwaza piştevaniya namzetên AK Partiyê bike.

 

 

C.B