Tirkiye dixwaze penaberên Sûrî li Herêma Ewle bicîh bike

Rayedarên Tirkiyê di her derfetek de aşkera dikin ku, bo ewlekariya sînor û vegerandina penaberan planên wan amade ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Her çiqas li Tirkiyê mijara sereke hilbijartinên herêmî bin jî, pêşhatên li Sûriyê taybet li rojavayê Kurdistanê jî ciheke girîng digrin.

Rayedarên Tirkiyê di her derfetek de aşkera dikin ku, bo ewlekariya sînor û vegerandina penaberan planên wan amade ne.

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê dibêje, wan li hundir û derve hember PKKê têkoşîneke dijwar dane. YPG jî wek beşeke PKKê dibînin û di her demeke guncaw de ewê bikevin nav liv û tevgerê.

Hulusî Akar - Wezîrê bergirî yê Tirkiyê got:

"… Ji bo ku li Minbic û Rojhelatê Feratê terorîst nemîn in, sînorên me werin parastin û welatiyên Sûriyê bikaribin vegerin welatê xwe, planên me amade ne. Di demeke guncav de bi fermanên Serokomar ev plan dê werin cîbicîkirin." 

Rûsya dibêje ew bi Tirkiyê re rênekeftine ku li Rojhelatê Feratê operasyon encam bide. Eger herêmeke aram dirust bibe jî, divê polîsê Rûsî jî têde cîh bigrin û zext li Tirkiyê didin ku rewşa Îdlibê gavek zûtir çareser bike.

Fişarên Rûsya û hîştina beşeke hêzên Amerîkî li rojavayê Kurdistanê, dibe sedem ku Tirkiye rewşê ji nû ve binirxîne. Erdogan dibêje, piştî hilbijartinên herêmî ewê serdana Washingtonê bike, yan jî Trump serdana Tirkiyê bike û bihêvîne daxwazên Tirkiyê werin bicîhkirin.

Li Tirkiyê jî zext û fişarên ser penaberên Sûrî zêde dibin, herî dawî li Mêrdînê nameyeke gefê li 7 malên penaberan hate danîn ku ji wan tê xwestin ji taxê derkevin.

Şêwirmendeke Erdogan jî dibêje, penaberên sûrî dixwazin vegerin welatê xwe û taybet yên li bakurê Kurdistanê.

 

 

C.B