Hêzên Amerîkî li 3 navçeyên Sûriyê dimînin

Berpirsên Amerîkî dibêjin, hêzên Amerîkî dê li Sûriyê li 3 navçeyan bimînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya “Wall Street” a Amerîkî ji ser hejmarek berpirsên Amerîkî veguhastiye, ew 400 leşkerên Amerîkî yên ku biryar e li Sûriyê bimînin, dê li 3 navçeyan werin belavkirin.

Berpirsên Amerîkî wan navçeyan aşkere dikin û didin zanîn, beşek ji leşkerên Amerîkî dê li Minbicê bimînin û gerên çavdêriyê bi Tirkiyê re berdewam bikin. Beşeke din dê li rojhilatê Firatê bimînin û beşek ji herêma ewle ya di navbera Sûriye û Tirkiyê de bin. Beşê sêyem jî li navçeya Tinif bimînin, ji bo rêgîriyê li ferehbûna hejmûna Îranê bikin.

Serokê Amerîka roja 19ê Berçileya 2018an biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dabû, lê ev yek rastî gelek karvedanan het. Berî du rojan jî Amerîka tekez kir dê 400 leşkerên Amerîkî li Sûriyê bimînin.

Her di wê derbarê de, Berpirsekî pilebilind ê Rêveberiya Amerîka ji ajansa Ruetersê re ragihandibû, dê hêzên wan beşek bin ji 800 ta 1500 leşkerên Ewropî, ku dê li wê navçeyê bimînin û diyar kir, danûstandinên Amerîka û Hevpeymanên wê yên Ewropî ji bo wan hêzên ku dê li herêma ewle bimînin berdewam in.

 

S. B