Demîrtaş: HSD kilît e divê AKP piştgîriya wê bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş dibêje, heger ez di şûna AKPê de bama, dê piştgirîya HDPê bikira, ji ber ku di serkeftin û binkeftinê de, HDP kilît e.
Hevserokê berê yê HDPê di roportajeke medya Tirkiyê de got: HDPê ji bo hilbijartinan ti hevpeymanî bi CHPê nekiriye. Dengdêrên HDPê li bajarên namzet destnîşan nekirine, kê bixwezin dê dengê xwe bidin wan.
Demîrtaş rexne li CHPê girt û got: CHP jî her wekî AKPê di gavên aştiyê û aramiyê de, bê îrade ye û dudil e.
Hevserokê HDPê yê berê Selahedîn Demirtaş derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî got: Partiya Desthilatdar, di şûna pêwendiyê ligel Rûsya û Esed re durist bike, ya baş ew e ku pêşengiya biratiya Kurdên Rojava bike, ew yek ji bo Tirkiyê gelekî baştir e.
S. B