11 zarokê Êzidî ji Baxozê hatin rizgarkirin.. Çêrokên trajedîk dibêjin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hezaran welatiyên sivîl ji Baxozê ji dawî baregeha DAIŞê li Dêrazorê derxistine, di nava wan jî 11 zarokê Kurd ên Êzidî hene.
kurdistan24.net

 

K24 – Baxoz

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hezaran welatiyên sivîl ji Baxozê ji dawî baregeha DAIŞê li Dêrazorê derxistine, di nava wan jî 11 zarokê Kurd ên Êzidî hene.

Bi tengbûna dorpêça HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî li ser Baxozê û li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê di çend rojên dawiyê zêdetir ji 5 hezar welatiyên sivîl û çekdarên DAIŞê derketine.

Di nava xelkê rizgarbûyî de, 11 zarokên Kurd ên Êzidî hene ku ji berî 5 salan ve ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, niha wan zarokan nasname û zimanê xwe yê Kurdî ji bîr kirine. Wan zarokan êş û karesata bi serê wan hatine ji Kurdistan24ê re vegotin.

Zarokê Kurd ê bi navê Sedam ji K24ê re got: “Çekdarên DAIŞê hatin ez û malbata min ji Şingalê birin. Diya min birin û bavê min kuştin. Niha ez nizanim malbata min li kû derê ne, hêvî dikim wan bibînin.”

Mahîr jî xwedî heman êşê ye û jiyana xwe di nava DAIŞê de di konan de derbaskiriye û mîrekî DAIŞê berpirsê wan bû. Mahîr ji malbata xwe hatibû dûrxistin û tenê fêr perwerde û zagonên DAIŞê bûye.

Zarokê Kurdê yê Êzidî Mahîr ji K24ê re dibêje: “DAIŞê malbata min bir û nizanim çi anî serê wan. Em li Şingalê bûn û DAIŞ derbas bû û dema derbas bû em birin û jin, zarok û mêr ji hev cudakirin, piştre em gihîştin Sûriyê û em hatin Baxoz û piştre em ji vir hatin derxistin.”

Di sala 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî ser Şingalê kirin û ji bilî kuştinê, DAIŞê bi hezaran jin, zarok û mêr revandin. Heta niha hejmarek mezin ji Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin, lê hîna hejmarek maye û çarenivîsa wan ne diyar e.