Sedema destberdana Wezîrê Derve yê Îranê aşkere dibe

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf destê xwe ji kar vekişand û Amerîka helwesta xwe ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf destê xwe ji kar vekişand û Amerîka helwesta xwe ragihand.

Mihemed Cewad Zerîf şeva bûrî di peyamekê de ku li tora civakî “Instagram” belav kir, destvekişandina ji posta Wezîrê Derve yê Îranê ragihand.

Ev peyama Zerîf bi boneya “Roja Dayikê” li Îranê belav kir, tê de ji bilî pîrozbahiya wê rojê li xelkê Îranê, daxwaza lêborînê dike û nivîsî: “Nikarim bi erk û karê xwe berdewam bim, ji ber tevahiya kêmaniyên di karê min bûne lêborînê dixwazim.”

Ajansa “Reuters” ji ser jêderekî ne fermî aşkere kir, sedema destvekişandina Wezîrê Derve yê Îranê ew bû, duhî Serokê Sûriyê Beşar Esed gihîşt serdana Îranê kir û bi ti awayî agahdariya Zerîf jê wê serdanê nebû.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo nêdeng nebû û li Twittera xwe nivîsî, “Ew (Zerîf) û Hesen Rohanî pêşewê mafyake olî ne. Em dizanin hemû biryar di destê Xamineî de ne.”

Herwiha got: “Siyaseta me li hember Îranê nayê guhartin. Divê rêjîm wek welatekî asayî riftar bike û rêzê li welatê xwe bigire.”

 

S. B