Kushner ligel Erdogan civiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Zava û şêwirmendê Serokê Amerîkayê Jared Kushner gihîşt Enqerê.
Jared Kushner şêwirmend û zavayê Serokê Amerîkayê Donald Trump, di çarçoveya serdana çend welatên Rojhelata Navîn de gihîşt paytexta Tirkiyê, Enqerê. Kushner li Balefirxaneya Esenboxayê ji hêla rayedarên Tirkiyê ve hat pêşwazîkirin û bi Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re civiya.
Li gor agahiyan, Kushner di çarçoveya palana aştiya Rojhelata Navîn de, piştî Tirkiyê dê serdana Qeter, Îmarat, Siûdî û çend welatên jî bike û tê destnîşankirin, bo pêkanîna vê planê 65 milyar dolar hatine terxankirin.
C.B