Trump û Kim li Vietnamê civiyan

Duyem civîna di navbeyna Serokê Amerikayê Donald Trump û Serokê Korya bakur Kim Jong-un li paytexta Vietnamê Hanoi destpê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Duyem civîna di navbeyna Serokê Amerikayê Donald Trump û Serokê Korya bakur Kim Jong-un li paytexta Vietnamê Hanoi destpê kir.

Di civînê de Kim Jong-un destnîşan kir, ku ji hevdîtina ligel Trump a yekem 261 roj derbas bûn e, lê xebatêb gelek berhemdar di navbeyna her du welatan de pêkhatin e.

Herweha Kim Jong-un hêviya civînek serkeftî ligel Serok Trump kir.

Serok Trump jî, ji aliyê xwe dilxweşiya xwe ji civîna ligel Kim Jong-un anî ziman.

Trump got: Korya bakur xwediyê potansiyelek mezin a pêşkeftinê ye. Hêvîdar im pêşerojek serkeftî û dewlemend pêk were û Amerika amade ye alîkariyê di vê proseyê de bike.

 

 

C.B