Trump: Tevayiya xaka di destê DAIŞ de, hate kontrolkirin

Serokê Amerîka Donald Trump li serbazgeheke Amerîkî li Alaska ragehand, ku hêzên ku Amerîka piştevaniya wan dike, tevahiya xaka di jêr destê DAIŞê li Sûriyê kontrol kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka dibêje, HSDê tevahiya xaka di destê DAIŞê de li Sûriyê kontrol kiriye.

Serokê Amerîka Donald Trump  li serbazgeheke Amerîkî li Alaska ragehand, ku hêzên ku Amerîka piştevaniya wan dike, tevahiya xaka di jêr destê DAIŞê li Sûriyê kontrol kirin e.

Herwiha Fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Kobanê di girtevîdyoyekê de got,  ku ew dê di dema hefteyekê de serkeftina temam bi ser DAIŞê de rabighînin.

Operasyona HSD a dorpêçkirina DAIŞ di asta xwe ya dawî de ye.

Serokê Encûmena Yasadanînê yê Rêveberiya Xweser Hekem Xelo herweha ji K24 re ragihand ku, jiber liber çav girtina rewşa sivîlan HSD Operasyona xwe dawî ji bo demekê rawestandiye.

 

 

 

C.B