Li navçeya Dicleyê operasyon hat destpêkirin

Leşkerên Artêşa Tirkiyê, li navçeya Dicleyê ya Diyarbekir li dijî gerilayên PKKê dest bi operasyonekê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Leşkerên Artêşa Tirkiyê, li navçeya Dicleyê ya Diyarbekir li dijî gerilayên PKKê dest bi operasyonekê kirin.

Artêşa Tirkiyê ku li deverên bejayî yên navçeya Dicleyê dest bi operasyonê kirin, dever ji çûnhatina welatiyan re hat qedexekirin.

Operasyona ku li ser baregeh û warên gerilayên PKKê hat encamdan, ev sê roj in berdewam e û heta niha di derbarê mirina gerilan û leşkeran de çi agahî nehatine dayîn.

Fermandarîya Cenderme ya  Dicle diyar dike, çi temasek şer rû nedaye, lê hejmarek teqemenî û stargeh hatine jinavbirin.

Da zanîn jî, Operasyon di 28ê Sibatê de hatiye destpêkirin û heta nihe berdewam e.

 

S. B