Lavrov jî Tirkiye rexne kir!

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyarkir, ku “Tirkiye xalên Rêkeftina Soçî di navbeyna Rûsya û Tirkiye de liser rewşa Idlibê bicîh neaniye. Ne pabendî rêkeftinê ye!”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyarkir, ku “Tirkiye xalên Rêkeftina Soçî di navbeyna Rûsya û Tirkiye de liser rewşa Idlibê bicîh neaniye. Ne pabendî rêkeftinê ye!”.

Lavrov bangewazî Tirkiye kir, ku xalên rêkeftinê bicîh bîn e: “Ligel Tirkiye liser agirbestek di çarçoveya pêkanîna devera bê-şer hatibû li hevûdu kirin. Terorîst diviyabû ji Idlibê derkevin, lê di bin navê agirbestê de, bihêzbûna terorîstan li Idlibê nayê pejirandin”.

Lavrov herweha anî ziman, ku di babeta pêkanîna devera bê-şer (bê-çek) û destdanîn a ser çekên giran a çekdaran de, Tirkiye erkên xwe bicîh neanîne.

Rêkeftina Idlibê

Di navbeyna Rûsya û Tirkiye de rêkeftin di çarçoveya pêkanîna devera bê-çek de liser Idlibê hatibû imzekirin. Ligor rêkeftina herî dereng heta 15ê Cotmeh a sala par diviyabû, ev dever pêkhatiba.

Lê, bi ser ku devera bê-çek nehate pêkanîn, Rêxistina Heyet Tehrîr elŞam çekên giran radest nekirin û kontrol jî li devera Idlibê xiste destê xwe. Tirkiye jî, nekarî astengiyê lipêş van rûdanan pêkbîn e.

Di demên dawî de Rûsya bi zarên berpirsiyar Tirkiye liser pabendnebûn a Rêkeftina Idlibê rexne dike.

 

 

C.B